Li Şengal û Şêxan ji bo Ocalan 40 hezar îmze

Li Şengal û Şêxan ji bo Ocalan 40 hezar îmze

Ji bo azadiya Rêveberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, li Şengal û Şêxanê 40 hezar îmze hatin berkevkirin.

Kampanya imzayan a bi navê „Ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî  komkirina yek milyon îmzeyan“ li Başûrê Kurdistanê destpê kir, li herêma Kurdên Êzidî piştgiriyeke mezin dît. Li navçeya Şengal a girêdayî bajarê Mûsil û navçeya Şêxan a girêdayî Dihokê ji aliyê Tevgera Demokratîk a Êzîdiyan (TEVDA) ve di 06'ê Gulana 2013 de kampanya ji bo Azadiya Ocalan û girtiyên siyasî hat destpêkirin.

Endamê TEVDA Hesen Mehmûd Heyder ku di rêveberiya Komîteya Kampanyayê ya Şengalê de cih digire têkildarî kampanyayê wiha got: “Jibo piştgirî dayîna kampanyaya yek milyon îmze ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, me jî wek gelê Êzîdî di bin rêveberiya TEVDA de li herêma Şengal û Şêxan (Êsivnê) kampanya di 6’ê Gulanê de daye destpêkirin. Li hemû gund û bajarokên devera Şengal û Şêxan îmza tên komkirin û heta niha eleqeya gel pir başe û em encamên wê jî digrîn. Di nava di nava 6 rojan de 40 hezar îmza hatine komkirin. Li Şengalê 35 hezar û li Şêxan jî 5 hezar îmza hatine komkirin.”

Kampanyaya ku li Şengal û Şêxan hatiye destpêkirin bi hemû germahiya xwe didome tê hêvikirin kû di nava demek nêzîk de hêjmarek mezin îmza werin komkirin.