Li Aydin ji ‘Doza KCK’ê’ 50 sal ceza dan 8 kesî

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de ya ku weke ‘Doza KCK’ê’ tê zanîn, li Aydin di rûniştina doza derbarê 15 kesên hatibûn destgîrkirin de, ji bo 8 kesan bi giştî 50 sal ceza hate birîn.

Li Aydinê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya bi navê ‘Operasyona KCK’ê’ ya sala 2011’an de, rûniştina biryara dozê ya derbarê 17 kesan li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê pêk hat. Di rûniştina biryarê de ji bo 8 kesan bi hinceta ‘endamên rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza hate birîn, 7 kes jî hatin berdan.

Ji bo Battal Battaoglû, Necmedîn Ûçar, Mûstefa Çelîk, Engîn Çîçek, Caner Ozel, Elvan Ozîş, Cengîz Îvdîl, Şerîfe Bozkurt ên li derve tên darezandin bi hinceta ‘endamên rêxistinê’ 6 sal û 3 meh ceza hate birîn, ji bo 17 kesên bi sûcê ‘propagandakirina rêxistinê’ biryara vekişandina hikûm hate dayîn.

Sala 2011’an di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, 17 kes di avêtina ser malana de hatibûn destgîrkirin û hatibûn girtin. Doza ku li 8’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Îzmîrê pêk hat, piştî rakirina Meqamên Rayedarên Taybet û şûnde rûniştin li 17’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Aydinê pêk hatibûn.

Di rûniştina 4’an a yên rehîn hatibûn girtin, hatibûn berdan.