Li sê bajaran çalakiyên 'edalet û ronîkirinê'

Li bajarên Elmanya Dusseldorf, Stûttgart û Hambûrgê, ji bo eşkerekirina kiryarên komkujiya 9'ê Sibata 2013'an a li Parîsê, çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Dusseldorf, Stûttgart û Hambûrgê, ji bo eşkerekirina kiryarên komkujiya 9'ê Sibata 2013'an a li Parîsê, çalakiyên edaletê hatin lidarxistin.

DUSSELDORF

Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, mîna her Çarşemê vê hefteyê jî çalakiya edaletê li Dusseldorfê hat lidarxistin. Vê hefteyê Federasyona Êzidiyan û Meclîsa Gel a Rojava beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de tevî endamên Federasyona Êzidiyan û Meclîsa Gel a Rojava, endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî amade bûn. Girseya gel a bi şiyara 'em edaletê dixwazin' çalakî pêk anî, bi pankartên vekirî û dirûşmeyên xwe re xwestin komkujî ji her alî ve were ronîkirin û bang li dewletê hat kirin. Qisekeran her wiha êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakur û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û ji saziyên Yekîtiya Ewropa, hemû dewletên endam û raya giştî ya navneteweyî hat xwestin, bes bêdeng bimînin. Di çalakiyê de ji bo meşa 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ya li Dusseldorfê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

DI ÇALAKIYA LI HAMBÛRGÊ DE JI BO SÛRÊ BANG HAT KIRIN

Li bajarê Elmanya Hambûrgê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Rojbîn roja Çarşemê saet di 17:00 de li semta Altona mîtîngek hat lidarxistin. Çalakgeran bibîr xistin, ku ji ber cînayeta siyasî ya beriya sê sal û du mehan hat kirin ti kes nayê darizandin.

Di axaftina li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn de bal hat kişandin ser serhildana gelê Amedê ji bo Sûrê û banga piştgiriya vê berxwedanê kir. Di daxuyaniyan de hat ragihandin, ku hikûmeta Elman hevparê sûcê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd e û ji Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel hat xwestin, derhal ji vê şaşitî û polîtîkaya bê exlaq vegere.

Di dawiya mîtînga ku bi sedan belavok lê hatin belavkirin de, ji bo çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê banga tevlîbûnê hat kirin. Li gorî daxuyaniya nûnerên Meclîsa Jinê ya Rojbîn, di 8'ê Adarê saet di 17:30 de wê li Feldstrasseyê ji aliyê platformeke berfireh a jinê ve meşek bê lidarxistin. Roja 9'ê Adarê saet di 16:00 de jî wê Partiya Çep li parlamenta Hambûrgê resepisyonekê bide. Êvara heman rojê saet di 18:30 de wê li Tatort Kurdistan Cafe panelek bê organîzekirin.

STÛTTGART

Li bajarê Elmanya Stûttgartê, Însiyatîfa Jinê ya Meryem çalakiya 'edalet û ronîkirinê' lidar xist.

Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Stûttgartê de, raya giştî ya Elman hat agahdarkirin. Çalakgeran diyar kirin, ew ê her Çarşema destpêkê ya mehê çalakiya edaletê pêk bînin.

...