Li Rûsyayê nîjadperest li dijî penaberan meşiyan
Li Rûsyayê nîjadperest li dijî penaberan meşiyan
Li Rûsyayê nîjadperest li dijî penaberan meşiyan
Li Rûsyayê di 4’ê mijdarê de di Roja Yekitiya Netewî de komên nîjadperest daketin kolanan û li dijî penaberan meşiyan. Bi hinceta ku penaberê piraniya wan ji welatên Sovyet hatine rêjeya sûcên ku dikin zêde bûye, komên nîjadperest çalakî pêk anîn. Çalakî di 4’ê mijdarê de pêk hatin û her wiha ev Roja Yekitiya Netewî ye. Ev roj roja îlankirina Kremlînê ya ji bo jibîrkirina salvegera Şoreşa 17’ê cotmehê ye. Lê gel ji vê ne raziye.
Komên nîjadperest li nêzî 10 bajarî xwepêşendan pêk anî. Komên nîjadperest yên li Moskovê civiyan alên împaratoya Rusyayê vekirin û dovîz û sembol derxistin û dest bi meşê kirin. Komên Ortodoks yên Rûsyayê ya Radîkal jî piştgirî dan xwepêşendanan.
GEL DIXWAZE 17’Ê COTMEHÊ WEK CEJN BÊ PÎROZKIRIN
Li gorî anketa ku nû hatiyekirin, nîvê Rûsayn dixwazin salvegera Şoreşa Cotmehê wek cejnê bê pîrozkirin. Lê ji sedî 49’ê wê vê red dikin.