Li bajarê Den Haag ê Hollandayê greva birçîbûnê ya ji bo destekdayina grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê didomin, kete roja xwe ya sêyan.
Firat Varto li ser navê 13 kesên ku greva birçîbûnê didomînin axivî û got, 15’ê Nîsanê, Şemiyê saet 14.00’an ji ber Konsolosxaneya Tirk a Den Haagê wê heta bi Dîwana Dadmendiyê ya Laheyê bimeşin û bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku xwe tevlî meşê bikin.
ROMA
Li paytexta Îtalya Romayê jî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo berxwedana zindanan kete roja 4’an.
Çalakgeran bang li rayedarên Italî kirin da ku rewşa berxwedêrên li zindanan bişopînin şandeyekê bişînin girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê.
Li gorî daxuyaniya ku li Komeleya Çanda Kurd a Araratê hatî kirin, îro saet 14.00’an wê nobeta hevgirtinê biqede û li herêmên cuda yên Italya wê bidome.