Li Roboskî cerdavanan li hember şer çek danîn
Li Roboskî cerdevan ji bo nebin hevparê şerê Qesrê çek danîn. Dewletê 21 cerdevan ji kar derxist.
Li Roboskî cerdevan ji bo nebin hevparê şerê Qesrê çek danîn. Dewletê 21 cerdevan ji kar derxist.
Li Roboskî cerdevan ji bo nebin hevparê şerê Qesrê çek danîn. Dewletê 21 cerdevan ji kar derxist.
Li herêma Roboskî ya Şirnexê dewletê gefa jikarderxistinê li cerdevanên nexwestin biçin operasyona leşkerî xwar. Li ser vê yekê hemû cerdevan çûn Qereqola Gulyazi û çekên xwe danîn.
Li Roboskî 96 cerdevanên îtîrazî şerê ku qesrê ji nû ve daye destpêkirin kirin, ji Qereqola Jendermeyan a Gulyazi re ragihandin ku naxwazin tevlî operasyona leşkerî bibin. Lê tevî vê jî cerdevan bi gefa “Derxistina ji kar” neçarî operasyonê kirin.
Cerdevanên ku çûn qereqolê çekên xwe teslîm kirin, lê vê carê jî rayedarên qereqolê çek negirtin.
Duh jî ji 21 cerdevanan re bi teblîxatê hatibû ragihandin ku dawî li karê wan anîne. 75 cerdevanên mabûn jî îro çûn çekên xwe danîn.
Cerdevanên ku qetilkirina Roboskî bi bîr xistin diyar kirin ku mexdûrê şer in gotin, “Em naxwazin bibin hevparê vî şerê em mexdûrê wê ne.”