Li Riha û Bûrsayê 26 kes hatin girtin

Li Rihayê 18 kesên hatibûn binçavkirin, bi hinceta parvekirinên tora civakî hatin girtin. Li Bûrsayê, ji 14 kesên 13'ê Çileyê di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin 8 jê hatin girtin.

RIHA

Li Rihayê, ji 50 kesên bi hinceta parvekirinên li ser torên civakî hatin binçavkirin, 19 jê piştî 8 rojan, ji aliyê dizgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji kesên sewqî edliyeyê hatin kirin; Şîraz Bozan, Husamettin Oba, Yasîn Boztepe, Ahmet Kûba, Celal Gûçlû, Alî Haydar Cîn, Alî Kaya, Îsmail Çîlkez, Kerem Taşdemîr, Ahmet Beşalti, Hamza Ceylan, Mûsa Zengîn, Ozcan Delen, Mehmet Reşat, Yînîs Anyûk, Hasan Başaran û tevî 2 kesên ku navên wan nehatin zanîn, 18 kes ji ber "Parvekirinên li ser torên civakî" bi îdiaya "Propagandaya rêxistin kirine" hatin girtin. 

Ji kesên hatin binçavkirin Ahmet Korkmaz jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. 

BÛRSA

Li Bûrsayê, 14 kesên 13'ê Çileyê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, îro sewqî dozgeriyê hatin kirin. Ji 14 kesan rêveberên HDP'ê ya Bûrsayê Aynûr Yilmaz, Îsmail Hakki Gokce, rêveberên HDP'ê ya navçeya Yildirimê Roşer Çaçan, Davût Toktaş, Hevserokê HDP'ê yê Mûdanyayê Halîs Şanli, Nûnerê Komeleya 10 Ekim'ê yê Bûrsayê Resûl Baykara, endamên HDP'ê Emrah Çaçan û Rojbîn Tore bi hincetên "Propagandaya rêxistinê" û "Endamtiya rêxistina terorî" hatin girtin. 

Her wiha Raîf Goren, Nîzam Getîren, Cevdet Erol, Hidir Akyol û Mehmet Akbaş jî bi şertê konrola edlî hatin berdan. Nuh Koçbaş jî piştî îfadedeya li dozgeriyê hat berdan. 

Jinên hatin girtin şandin Girtîgeha Jinan a Yenişehirê û mêr jî şandin Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê.