Li Reyhanliyê heyeta BDP’ê lêkolîn pêkanî
Li Reyhanliyê heyeta BDP’ê lêkolîn pêkanî
Li Reyhanliyê heyeta BDP’ê lêkolîn pêkanî
Piştî teqîna li navçeya Reyhanliyê heyeta BDP'ê çû herêmê lêkolîn kir. Endamê heyeta BDP'ê û endamê MYK'ê yê BDP'ê Ferhat Tarhan diyar kir ku, li herêmê li dijî fermiyetê bazirganiya otomobilan tên kirin û li ser plakayên sexte bazirganî tê kirin.
Duh li Navçeya Reyhanli ya Hatayê teqîn pêk hat û di teqînê de 46 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan welatî birîndar bûn. Piştî bûyere heyeta BDP'ê çûn li Navçeya Reyhanliyê lêkolîn kir. Endamê MYK'ê yê BDP'e Ferhat Tarhan, Endamê Meclisa BDP'ê Zeki Koç û Kenan Şen, Hevserokên BDP'ê yê Hatayê Mahmut Aydinci û Hilmiye Kizilay, rêveberên BDP'ê yên Hatayê çûn lêkolîn pêk anîn.
Heyetê di seetên serê sibê de lêkolîn kir û bi esnafan re ziyaret pêk anîn. Endamê MYK'ê yê BDP'ê Ferhat Tarhan, têkildarî lêkolînê diyar kir ku, wan li cihê bûyerê lêkolîn kir û gihiştin agahiyên balkêş. Tarhan anî ziman ku, hem esnaf ziyaret kirin û hem jî birîndar li nexweşxaneyan ziyaret kirin û wihagot: "Heyeta me nûneren HDK'ê û saziyên sivîl jî ziyaret kir. Me agahî ji derdorên cuda kom kirin. Li 2 nokteyên cuda bombe tewipa ye. di navbera 6- 7 deqîqeyan de teqîn pêk hatiye. Li 2 noqteyan jî cihê herî girse zêde ye. Ji ber ku hêza bombeyan gelek zêde ye heta 2- 3 kîlometreyan zerar daye derdorê. Hemu camên avahiyên derdorê hilweşiya ye. Dîwarên gelek avahiyan zerarek mezin dîtiye. Li nexweşxaneyan cesedên şewitî hatin dîtin. Di ziyaretan de welatiyan diyar kirin ku ketin û derketina sînor bi awayekî fîîlî bê kontrole. Kî diçe û kî tê ne diyare. Li aliyê din bazirganiya dijzagonî ya maşîneyan ji tê kirin. Di demên dawî de hêjmara nifûsa Reyhanli 2 qat zêde bûye. Li wir bê kontroliyek heye. Em dê çavdêrî û lêkolîna xwe bikin rapor û pêşkêşî Hevserokên xwe bikin."