Li Reyhanliyê hejmara miriyan bû 46
Li Reyhanliyê hejmara miriyan bû 46
Li Reyhanliyê hejmara miriyan bû 46
Li navçeya Hatay Reyhanliyê, hejmara kesên di êrişên bombeyî de jiyana xwe dan derket 46’an. 51 kesên birîndar jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk da xuyakirin, ku di teqînên li Reyhanli de 46 kesan jiyana xwe ji dest dane, 51 kes jî birîndar bûne. Çelîk diyar kir, ku dermankirina birîndaran, dewam dike.
Di vê navberê de, nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin û radestî malbatên wan hatin kirin. Li gelek kolanên navçeyê konên sersaxiyê hatin vedan. Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane, wê li Goristana Asrî ya Reyhanli bên veşartin. Cenazeyên rastî malbatên wan hatin kirin, li dû nimêja cenaze, wê werin veşartin.
Ji aliyê din ve, lêkolînên polêsan ê li Meydana Ataturk û Avahiya Şaredariya Reyhanliyê, ku lê teqîn rû dan, dewam dikin.