Li Reyhanli êrişên bombeyî: 40 mirî, 100 birîndar

Li Reyhanli êrişên bombeyî: 40 mirî, 100 birîndar

Bîlançoya teqîna li navçeya Hatay Reyhanliyê rû da, her saet girantir dibe.

Êrişên bombeyî, li gorî saeta herêmê di 12.55'an de li ber avahiya Şaredariyê û avahiya PTT'ê rû dan.

Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler da xuyakirin, ku teqînên mijara gotinê di encama wesaîtên bombebarkirî de pêk hatiye.

Wezîr Guler ji qenala televîzyonê ya NTV re peyivî û diyar kir, ku herdu teqîn 15 deqe bi navberê pêk hatiye.

Guler diyar kir, ku di teqînê de herî kêm 40 kesan jiyana xwe ji dest dane, 29 jê giran zêdeyî 100 kes jî birîndar bûne.

Ji zêdebûna hejmara miriyan guman tên kirin.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan der heqê bûyerê de daxuyaniyek da û got, “Dibe ku hejmara miriyan zêdetir bibe.  Waliyê Hatayê û rayedarên me li cihê bûyerê ne, lêdikolin ka bûyer ji aliyê kê ve hatiyekirin. Ev pêvajo, pêvajoyeke hesas e. Dibe ku yên xwe li vê pêvajoya nû ranagirin, ev bûyer pêk anî bin.”

“REWŞ HINEKÎ TEVLÎHEV E”

Erdogan axaftina xwe weha dewam kir; Rewşeke din a hesas jî ev e: Hatay bajarekî me yê li ser sînorê Sûriyê ye. Li wê derê 20-25 penaberên ji Sûriyê li kampan dijîn. Dibe ku hin derdorên xwe vê rewşê jî ranagirin, ev bûyer bi armanca sorkirinê kiribin. Divê ev di van mijaran de gelekî bi baldarî tevbigerin. Emê bi sebir tevbigerin û înşalleh emê vê pêvajoyê çareser bikin. Rewş hinekî tevlî hev xuya dike, heta ku zelal bû, hevalên me wê daxuyaniyên pêwist bidin.”

Hêjayî gotinê ye, bûyera teqînê li dû daxuyaniya Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ku rêveberiya Sûriyê bi bikaranîna çeka kîmyewî tewambar kir, rû da.

Her weha êdî ji aliyê herkesî ve tê dayîn ku li herdu aliyên sînor, komên çekdar bicih bûne.

Bi taybetî, ji ber ku Tirkiyê destek dida rêxistina mîna El Nûsra ya pêwendiya xwe bi El Kaîdeyê heye, nerazîbûn rû dabû.

Heta niha kesî berpirsyariya bûyerê negirtiye ser milê xwe.

Roja 11’ê Sibatê jî, li Deriyê Sînor ê Cîlvegozu yê li navçeya Reyhanliyê wesaîteke bombebarkirî teqiya bû û di encamê de 4 jê Tirkiyeyî 14 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, 24 kes jî birîdar bûbûn.