Li Reyhaliyê 9 kes hatin binçavkirin
Li Reyhaliyê 9 kes hatin binçavkirin
Li Reyhaliyê 9 kes hatin binçavkirin
Piştî êrîşa Reyhali ya Hatayê ku 46 kesan jiyana xwe ji dest da de, hate hînbûn ku 9 kes hatine binçavkirin. Rayederên Tirk, Suriye ji bûyerê berpirsyar dît û Şamê jî daxuyanî da û got wan êrîş pêk neaniye.
Cigirê Serokwezîr Beşîr Atalay, wezîrê Dadê Sadullah Ergîn û wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzîoglu û wezîrê karê hundir Muamer Guler li Reyhanli lêkolîn kirin diyar kirin ku der barê bûyerê de 9 kes hatine binaçvkirin.
Guler daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Piştî bûyerê yekineyên îstîxbarata Enqereyê j îtê de lêpirsîneke berfireh hat kirin. Di encama lêpirsînê de 9 kes hatin binçavkirin. Ji vana çend kes bi xwe di bûyera teqînê de cih girtine. Lêpirsîn didome.
Guler da zanîn ku ev teqîn karê rêxistineke girêdayê îstîxbarata Suriyeyê ye û got: “Bi rêxistinên din re têkiliya wê nîne. Armanc provakasyone.”
Guler destnîşan kir ku plakayeke wesayîteke bombebarkirî ya hatiye bikaranîn hatiye tespîtkirin.
ŞAM: ME PÊK NEANIYE
Ji Suriyeyê jî daxuyaniya fermî ya destpêkê hat. Suriyeyê da zanîn ku tu eleqeya wan bi bûyerê nîne û îdia kir ku Tirkiye berpirsyare.
Wezîrê Enformasyona Suriyeyê Umran El Zubî ji tlevîzyona dewletê re axivî û got: “Suriyeyê tiştekî wisa nekiriye. Teqez nake.”
ROJNAMEGER BIN ÇAVAN DE NE
Di vê navberê de ji aliyê dadgeha cezaya sulh Reyhanliyê de di saetên serê sibê de der barê weşana bûyerê de qedexe dabû û ji ber qexeya weşanê ya 4 rojnameger binçav kir. Rojnamgerên hatin biçavkirin qeydên kamerayên wan hatin desteserkirin û hêj li qerekolê tên girtin.