Li Rewandûz'ê semînera li ser pêvajoya çareseriyê

Li Rewandûz'ê semînera li ser pêvajoya çareseriyê

Pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, li Başûrê Kurdistanê jî bi pêwendiyeke mezin tê şopandin. Doh li navçeya Kerkûk Rewandûzê, der heqê mijarê de semînerek hat dayîn.

Têkildarî pêvajoya siyasî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, bi taybet guhertinên ku di demên dawî de pêktên û di sedsala 21’an de bandora gelê Kurd ya di siyaset û guhertinên Rojhilata Navîn û cîhanê de semînerek ji aliyê Berdevkê Tevgera Hemwelatiyê Azad û Wekhev ve hate dayîn. Semînera kû li navçeya Rewandûz a bajarê Hewlêrê pêk hat gelek kesayetên navdar û gelê herêmê beşdar bûn. Beriya kû semîner destpêbike di kesayeta şehîdên 9’e Gulanê (Leyla Qasim, Şirîn Elemhûlî, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderyan, Ferzed Kemanger) de jibo tevayî şehîden têkoşîna azadiyê rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê ji aliyê pêşkeşvanê Semînerê Serdar Star ve semîner hate destpêkirin. Star berî kû bikeve nava mijara semînerê li ser şehîdên 9’ê Gulanê axivî, salvegera darvekirina wana bibîranî û da xuyakirin kû ewê heta dawiyê riya şehîdan bişopînin.

Star balkêşand ser rewşa Kurdan ya di sedsala 21’an de û da zanîn kû wê ev sedsale bibe sedsala serkeftina gelê Kurd û wiha domand: “Di nava du sê salên borî de gelê Kurd di meydana siyasetê ya cihanê de gihiştiye astek berbiçav û rolek giring dileyze. Mînaka vê ya herî mezin Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye kû di asta bidestxistina mafên xwe yên siyasî û destkeftiyên xwe yên netewî de gavên mezin avêtine. Niha mirov dikare bêje, li rexmê hemû êrîş, zext û leyistokên rejîma BAAS a Suriyê, komên çete yên kû xwe bi navê Artêşa Azad binav dikin lê Gelê Rojava sistemek ji xwe re daye rûnişkandin û rolek girîng di herêmê de girtiye ser xwe. Herwiha hinek komên çekdar yên Kurd jî li dijî berjewendiyên netewa Kurd tevdigerîn û li dijî Gelê Rojavayê Kurdistanê êrîşen çekdarî pêktînin. Bes heta niha ne rejîma Baas, ne Artêşa Azad ne jî komên çete yên girêdayî her dû aliyan nekarîne destkeftiyên Kurdan ji dest bigrin û pêşketina şoreşa azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê asteng bikin.”

Star di dewama axaftina xwe de ba lkêşand ser rewşa têkoşîna sala borî ya dewleta Tirk û li beramber wê asta têkoşîna azadiya gelê Kurd.
 Star wiha got: “Sala borî di dîroka têkoşîna PKK’ê, serhildanên gel û berxwedana zindanan ya li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê de, dikarîn bêjîn yek ji salên herî serkeftî bû. Pêvajoya şerê şoreşgerî kû ji aliyê PKK’ê ve hatibû destpêkirin û berhemê wê yê herî berbiçav dorpêça navçeya şemzînan û çalakiyên serkefti yên li navçeyên Çelê, Gever û seranserê Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bû. Dema kû ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve ev serkeftin dihatin bidestxistin pişgiriya gel bi serhildanan û berxwedana zindanan (greva birçîbûnê) hêz dida vê pêvajoya şerê şoreşgerî. Lewma dewlet neçar ma kû di operasyonên xwe yên leşkerî û tunekirinê de paş ve gav bavêje û jibo çareseriya pirsgirêkê serî li riyên aştiyane bide.”

Star di dawiya axaftina we ya semînerê de balkêşand ser kampanya komkirina yek milyon îmza kû li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin. Sitar bang li hemû gelê Kurd yê Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir kû weke Kurdekê vî erkê wîjdanî û netewî kû jibo me hemûyan ferze kû piştgirî bidin vê kampanyayê da kû bikarîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de azad bikin.
Piştî wê nameya Nameya Rêberê Gelê Kurd a di Newroza Amedê de hatîbû xwendin, hate xwendin û niqaş û guftiguyên li ser mijara semînerê hatin kirin û semîner wisa bi dawî bû.