Şeş mehan qedexe kirin ku parêzer Rêberê Gelê Kurd bibînin

Li Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û 3 girtiyên li gel wî, ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin.

Li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim hevdîtina parêzeran hate qedexekirin.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, 2'emîn Dadgeiya Înfazê ya Bûrsayê li Ocalan û 3 kesên li Îmraliyê ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir. Li gorî agahiyan biryar di 23'ê Îlonê de hatiye wergirtin.

Parêzer herî dawî di 22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an çûbûn Îmraliyê.

Ji hingî ve 107 caran serlêdan hatine kirin, lê bêbersiv hatine hiştin.