Li Qersê qirkirina siyasî hate protestokirin

Li Qersê operasyona qirkirina siyasî hate protestokirin. Di çalakiyê de peyamên piştevaniya ji bo hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen dan.

Ji bo piştevaniya bi Hevaşredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di operasyonên qirkirina siyasî ya li ser rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate kirin, meşek lidar xistin. Hevşaredar Şevîn Alaca, Parlementerên HDP’ê Şevîn Coşkûn, Gulîsan Kiliç Koçyîgît, Habîb Eskîk, Abdullah Koç, Mûrat Sarisaç, hevşaredarê bajar Cengîz Anli jî di nav de komad ji pêşiya avahiya partiyê kom bûn heta avahiy xizmetê ya şaredariyê meşiyan. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Ayhan serokê me ye, ne bi tenê ye’ hatin qîrkirin.

Di vê navê de parêzerên bi Hevşaredar Ayhan Bîlgen re hevdîtin kir, diyar kir ku Bîlgen bi moral e, silavên wî ji bo gelê Qersê heye.