Li Qersê dewletê kêla gora gerîla Tûncay Mîhyaz rûxand

Li gundê Ermîşler yê navçeya Cilawûz a Qersê leşkeran kêla gora gerîlayê HPG’ê Tûncay Mîhyaz rûxand.

Êrîş roja Çarşemê pêk hat. Leşker bi kepçeyê çûn gund û kêla gorê rûxandin. Gundiyan jî nerazîbûn nîşanî leşkeran da.

Li ser pirsa ‘Hûn çima wiha dikin?” a gundiyan leşkeran got ku “Beriya mehekê xeber dane malbatê.  Divê wêneyên li ser kêla vê gorê werin rakirin”. Leşkeran wêneyên li ser kêla gorê jî qetandin.

Ev ne cara destpêkê ye ku dewleta Tirk êrîşî goristanên gerîla dike. Di salên dawî de bi dehan goristanên gerîla ji aliye dewleta Tirk a dagirker ve hatin rûxandin  û bombebarankirin.