Li Portekîzê ji bo pêngava 'ji Abdullah Ocalan re azadî' semîner hatin lidarxistin

Li bajarên Lîzbon û Coimbra ên Portekîzê ji aliyê Platfporma Piştevaniya li gel Kurdistanıyan a Portekîzê ve di çarçoveya pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî' de semînerên ‘Konfederalîzma Demokratîk’ hatin lidarxistin.

Platforma Piştevaniya li gel  Kurdistaniyan a Portekîzê di çarçoveya pêngava 'ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de ku pêngav ji bo azadiya Rêbeê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û li seranserê cîhanê berdewam dike,  li Portekîzê çalakiyan li dar dixe.

Platforma Piştevaniyê di çarçoveya pêngavê de panel, semîner û meşan li dar dixe. 

Li bajarên  Lîzbon û Coimbrayê jî ji aliyê Platfporma Piştevaniya li gel  Kurdistaniyan ve semînerên ‘Konfederalîzma Demokratîk’ hatin lidarxistin. 

Di semîneran de ji paradîgmaya Abdullah Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk  mijarên weke; ‘’netewe-dewlet’’, ‘’azadiya jinan’’, ‘’qada sêyemîn’’, ‘’ekolojî’’ û ‘’demokrasiya radîkal’’ hatin gotûbêjkirin.

Di semîneran de behsa girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan hate kirin û hate destnîşankirin ku tekane modela çareseriyê ya ku pevçûnên li Rojhilata Navîn bi dawî bike neteweya demokratîk e. 

Her wiha behsa polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd jî hate kirin û hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan ev 26 sal in di bin tecrîda mutleq de tê rehîngirtin û zêdetirî 4 salan e jî bi tu awayî agahî jê nayê wergirtin.

Tevgerên ciwanan û saziyên sivîl eleqeyeke mezin nîşanî semînaran dan  û di semîneran de behsa girîngiya pêngava navneteweyî jî hate kirin.