Li Parlementoya Swêdê dagirkeriya dewleta Tirk hate nîqaşkirin

Li Parlementoya Swêdê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li Kurdistanê hatin nîqaşkirin.

Zextên Rêveberiya Herêma Kurdistanê û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê li Parlementoya Swêdê bi panelekê hate nîqaşkirin.

Parlementera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, parlementerê Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Anders Osterberg, parlementerê Partiya Lîberal Marîa Nîllson, rojnamegerê ji Başûrê Kurdistanê Şerwan Şerwanî, çalakgera jin a ji Başûrê Kurdistanê Tara Huseyîn di panelê de axivîn.

KAKABAVEH: TIRKIYE DIKUJE, KES DENGÊ XWE NAKE!

Kakabaveh diyar kir ku Kurd ne bi tenê li hemberî çeteyên DAÎŞ’ê, li hemberî zext û êrîşên Tirkiye, Sûriye û Îranê jî li ber xwe didin û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk yên li Başûrê Kurdistanê. Kakabaveh got ku “Bi sedan gund hatin rûxandin, bi hezaran sivîl dev ji warên xwe berdidin. Tirkiye bombeyan li ser wan dibarîne, dikuje û mirov li welatê xwe wekî penaberan li wan hatine. Lê tu kes qala vî tiştî nake.”

ŞERWANÎ: ZEXT LI SER GELÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HEYE

Rojnameger Şerwan Şerwanî jî diyar kir ku gelên li Başûrê Kurdistanê di bin zext û êrîşên Iraq, Tirkiye û Rêveberiya Herêma Kurdistanê de ne û ji ber vê jî dev ji warên xwe berdidin. Şerwanî bal kişand ser vî tiştî ku li Başûrê Kurdistanê rojnameger, çalakger û parêzvanên mafên mirovan di bin zextan de ne û tên girtin û qetilkirin.

‘ZAGONÊN REJÎMA SEDDAM TÊN KIRIN!’

Şerwanî diyar kir ku zagonên cezayê yên ku rejîma Seddam li dijî Kurdan dikir îro jî Rêveberiya Herêma Kurdistanê li dijî çalakger û xwepêşanderan dixe meriyetê. Şerwanî bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê tevgereke dagirker daye destpêkirin lê Swêd û Yekîtiya Ewropayê li hemberî bomberdûmanan bêdeng in.

HUSEYÎN: ZEXTÊN LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ SER WAN TÊ GIRTIN

Çalakger Tara Huseyîn jî diyar kir ku zextên li Başûrê Kurdistanê ji medyayê û cîhanê tê veşartin. Huseyîn got ku “Dewleta Tirk piştgirî da çeteyên DAÎŞ’ê. Dema ku em niha li vir diaxivin, Tirkiye bomberdûmana xwe didomîne. Herî kêm 45 sivîl di êrîşan de mirin. Dîrok û xweza tê talankirin. Cîhan li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng e. Divê Swêd li hemberî van êrîşan helwesta xwe diyar bike.”

Huseyîn got ku “Dewleta Tirk diyar dike ku cihên PKK’ê bomberdûman dike lê PKK ne li wan deran e. Gel ji bo ku jiyana we rizgar bike, dev ji ax û warê xwe berdide lê dibe ku çeteyên DAÎŞ’ê têkevin wan deran.”

Huseyîn bal kişand ser vî tiştî ku di qada edaletê de tenê 8 ji sedî jin hene û li parlementoyê jî sînor 30 ji sedî ye.

PARTIYA LÎBERAL: TIRKIYE JI QIRKIRINA KURDAN HER TIŞTÎ DIKE

Parlementera Partiya Lîberal Marîa Nîlsson jî diyar kir ku partiya wan piştgiriyê dide Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û lê ew zext û binpêkirinên li ser mafên mirovan qebûl nakin.

Nîlsson got ku “Tirkiye ji bo tunekirina Kurdan her tiştî dike û ew ê Berdevkê wan ê Polîtîkaya Derve Fredrîk Malm wê vê meseleyê bîne rojeva parlementoyê.”

Parlementera Partiya Karkerên Sosyal Demokrat Anders Osterberg diyar kir ku wan gelek caran êrîş û zextên dewleta Tirk rexne kirine û dagirkeriya Efrîne xistine rojeva Neteweyên Yekbûyî.