Li Parîsê tecrîd hate protestokirin

Li Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.

Meşa ku bi banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) hate lidarxistin, sazî û dezgehên Kurd ên li Parîs û derdora wê, Tevgera Jinan a Kurd a Fransayê û Ciwanên Azad Parîsê beşdar bûn.

Kurdistaniyan pankartên “Azad bike”, “Faşîzma Tirkan têk çû, Kurdistan bi ser ket” hildan ên ku wêneyên Ocalan li ser wan hebûn û bi slogana “Ji Ocalaran re azadî” dest bi meşê kirin. Di meşê de belavokên ku qala tecrîda li ser Ocalan dike, hate belavkirin.

Li Qada Rebûplîqûeyê jî mîtîngek hate lidarxistin.

Di mîtîngê de nûnerê Koordînasyona Ciwanên Azad ê Ewrûpayê Firat Welat axivî.

Welat diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal in li hemberî faşîzma Tirkan li ber xwe dide û got: “Ev salek e ku haya me ji Rêbertî tune ye, divê neyê jibîrkirin ku îro li çar parçeyên Kurdistanê di xeta Rêber Apo de şoreşek tê jiyîn. Heta ku Rêber Apo azad nebe, Kurdistan azad nabe û li ser vî bingehî li hemberî faşîzma AKP’ê û hevkarên wê şerek tê meşandin û piştî demeke kurt wê ev şer bi şoreşê bi encam bibe. Heta ku Rêber Apo azad bibe em ê têbikoşin û em ê faşîzmê ji Kurdistanê derxînin.”

Çalakî bi slogana “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.