Li Parîsê bîranîna şehîdan

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Parîsê, Komîteya Malbatên Şehîdan ji bo şehîdên komkujiyên Cizîr, Sûr, Silopiya, Kerboran, Gazî, Helebçe û Qamişloyê merasîmeke bîranînê lidar xist.

Di merasîmê de xizmên şehîdan û gelek Kurdistanî amade bûn. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir.

Xizmên şehîdan li merasîmê axivîn û hestên xwe bilêv kirin. Ji Komîteya Malbatên Şehîdan Hayrî Ûlûdag mafê axaftinê wergirt û got, "Mîna li Helebçe, Qamişlo û Gazî ye, îro li Bakurê Kurdistanê komkujî tê kirin û sivîl tên qetilkirin. Şerê ku rejîma faşîst a AKP'ê li Bakurê Kurdistanê li hemberî berxwedana xwerêveberiyê daye destpêkirin, ji bo şikandin û serîtewandina Kurdan tê meşandin. Li hemberî vî şerî jî berxwedana bi lehengî ya gelê Kurd dewam dike. Me ev yek bi awayekî şênber di şexsê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç de dîtin. Tûnç di peyama xwe de got, 'Me li ber xwe dan, em nehatin ser çokan, bi me serbilind bin'. Em jî dibêjin; hûn rûmet û şerefa me ne. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û neyên ser çokan."

Merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyona li ser şehîdan û bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

...