Hate ragihandin ku, di êrîşa biroket ya li dijî balefirgeha bajarê Peşaver ya dikeve bakûrê rojavayê Pakîstanê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da.
Rayedaran ragihand ku, ji 40’an zêdetir kes birîndar bûne û gotin rewşa hinek birîndaran girane, her wiha dibe hêjmara miriyan zêde bibe.
Heya niha tu kesê êrîş negirtiye ser xwe. Lê belê piraniya çalakiyên li bajarê Peşaverê milîtanên rêxistina Talîbana ya Pakîstanê dike.