Li Pakîstanê hilbijartinên giştî destpê kirin
Li Pakîstanê hilbijartinên giştî destpê kirin
Li Pakîstanê hilbijartinên giştî destpê kirin
Li Pakîstanê, cara yekemîn hukûmetekê dema xwe ya rêveberiyê temam kir û li ser vê yekê îro hilbijartinên giştî destpê kirin..
Pakîstan, ku xwedî 86 mîlyon hilbijêrên qeydkirî ye, ji bo parlamenteke nû hilbijêre îro çû ser sindoqan.
Piştî ku di sala 1947’an de pergala parlamenteriyê li Pakîstanê ava bû, cara yekemîn e ku hukûmeteke dema xwe ya deshilatdariyê dibe serî û hilbijartin pêk tê.
Şêniyên Pakîstanê, ji bo parlamentera ji 342 kursiyan jinûve destnîşan bike, îro danê sibê dest bi dengdanê kir.
Dengdana bi beşdariya nêzî 86 mîlyonan, saet di 8.00 herêmê destpê kir û wê saet di 17.00 de bi dawî bibe.
Weke favoriyê hilbijartinê jî, serokê Lîga Muslimanan a Pakîstanî (PML-N) û serokê berê ye hukûmetê Nawaz Şerîf tê nîşandan. Di hilbijartinan de her weha Partiya Gel a Pakîstanê (PPP) a bi serokatiya Asif Elî Zardarî jî derdikeve pêş.
Hilbijartin, li gelemperiya welêt li 70.000 cihên hilbijartinê pêk tê.
Her weha ji bo ewlekariya hilbijartinê jî 600.000 hêzên ewlekariyê hatine wezîfedarkirin.
Hêjayî gotinê ye, di hefteya derbasbûyî de di êrişên bombeyî yên li dijî namzet û buroyên partiyan de zêdeyî 120 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Pergala demokratîk a parlementeriyê, di sala 1947’an de li Pakîstanê serdest bû.
Pakîstan di rewşa heyî de bi çar eyaletan tê birêvebirin.