Li Nurnbergê serdegirtina li Mala Gel a Medyayê -NÛ BÛ

Polîsan avêtin ser Mala Gel a Medyayê ya li Nurnbergê.

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê polîsan avêtin ser Mala Gel a Medyayê.

Li gorî agahiyan, serê sibehê di heman demê de avêtin ser  mala Makbûle Kartal û mêvanê wê destgîr kir.

Federasyona FCK-BW-Bayernê têkildarî serdegirtina Mala Gel a Medyayê ya li Nurnbergê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de serdegirtina polîsan ku deriyê komeleyê şikandin û bi vî rengî ketin hundir, serdegirtina mala Hevseroka Komeleyê Makbûle Kartal ku di heman demê de kirin, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Cihê fikaran e ku ev serdegirtin heman piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a faşîst a li Elmanyayê pêk anî, hatiye kirin." Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yê divê bê girtin Erdogan bi xwe ye."

Federasyona FCK-BW-Bayernê diyar kir ku dewleta Elman dixwaze Kurdan bike qurbanê têkiliyên xwe yên berjewendiyê û bang lê kir ku dest ji vê yekê berde.