Li Nisêbînê polîsan mudaxeleyî zarokan kir
Li Nisêbînê polîsan mudaxeleyî zarokan kir
Li Nisêbînê polîsan mudaxeleyî zarokan kir
Polîsan êrîşî bir ser zarokên ku bi armanca piştgiriyê bidin Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan hatin gel hevdu.
Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan 4 roj in ji bo şermezarkirina “Sîwarê Şermê” yê tê xwestin di navbera Nisêbînê û Qamişlo de bê lêkirin ketiye rojiya mirinê. Zarokên Nisêbînê ji bo piştgirîdayîna Gokkan li ber Navenda Çandê ya Mîtannî ku hatin gel hevdu rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî zarokan kirin. Zarokan jî kolanan de bend danîn, konteynerên çopê dan ber agir. Mudaxeleya polîsan berdewam dike.