Li nêzî navenda nûkleerî ya Netenz teqîn

Li bajarokê Badirûd yê girêdayî bajarê Netenzê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên rayedarên Îranê ku dibêjin, wan bi xwe sîstema parastina hewayî ceribandine.

Li bajarokê Badirûd yê girêdayî bajarê Netenzê teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku saetek beriya niha li nêzî navendeke yê nûkleerî yê Îranê ya dikeve 20 kîlometreyan nêzî bajarê Netenzê dengê teqîneke mezin hatiye bihîstin.

Li gorî rayedarên Îranê bi xwe hatiye gotin ku deng ji ber ceribandina sîstema parastina hewayî ya wan bi xwe bûye û divê kes fikaran neke. Lê ji aliyeke din ku fermandarê herêmê bi xwe ji ajansa fermî ya Fars’ê re ragihandiye hûrguliyên şênber li ber dest nînin û derbarê teqîna çêbûyî lêkolîn hatiye destpêkirin û didome.

Li gorî agahiyên ku aliyên dijber ên Îranê parvekirinî tê gotin ku dengê hatî ji ber teqandina balafireke keşfê ya ne nas a li ser asîmanê wê herêmê digeriya derketiye holê.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku beriya niha avahiyên Netenz ku yek ji navendên girêdayî programa nûkleerî yê Îranê ye bibû armanca êrişan û rayedarên Îranê Îsraîl weke berpirsiyar nîşan dabûn.