Li navçeya Silêman Beg gora komî hat dîtin

Li navçeya Silêman Beg gora komî hat dîtin

Li bajarê Diyala ya Iraqê, komkujiyên ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîne derdikevin holê. Komîsyona Ewlehiya Meclîsa Navendî ya Diyalayê  diyar kir ku li navçeya Silêman Beg goreke komî hatiye dîtin û kesên hatine qetilkirin piraniya wan peywirdarên ewlehiyê bûne.

Serokê komîsyonê Sadiq Musewî, daxuyaniyek da û da zanîn ku piştî hêzên ewlehiyê navçeya Silêman Beg kirine bin kontrola xwe û şûnde, di dema xebatên lêgerînê de, hovîtiyeke din a çeteyên DAIŞ’ê derxistine holê.  Hat gotin ku li nêzî bajaroka Amirlî ya ku piranî Şîiyên Tirk lê dijîn gorek komî hatiye dîtin û ji bo tespîta nasnameyan bi tîma vekirina gora komî, rayedarên Wezareta Mafê Mirovan û saziyên têkildar xebatê dimeşînin.

Sadiq Musewi wiha got; “Di gora komî de bi dehan cenaze hene û piranî yên polîs û hêzên ewlehiyê ne. Yên hatine qetikirin welatiyên sivîl û hêzên ewlehiyê yên di êrîşa Silêman Beg de hatine girtin. Em dizanin ku DAIŞ’ê gelek welatiyên me revandine.  Lê niha çend kesên di vê gorê de nehatine zelalkirin.”

Her wiha li bajarokên Kurd Sediye û Celawla jî di nava du rojan de sê gorên komî hatin tespîtkirin û di van goran de nêzî 300 cenaze hatibûn dîtin.