Li Munihê YXK’ê ji bo Ocalan 2 hezar îmze komkirin

Li Munihê YXK’ê ji bo Ocalan 2 hezar îmze komkirin

Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) li bajarê Munih yê Almanyayê di çarçoveya kampanya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî meheke her heftî li bajarên cûda stand hatin vekirin û îmze hatin komkirin.

YXK’ê bi standên îmze û agahdarkirinê yên ji bo Ocalan vekirine, heya niha nêzî 2 hezar îmze komkirine. Weke din bi hezaran danezanên û broşûrên bi ser navê ‘Xweseriya Demokratîk’ û ‘Pirsgirêka Kurd’ yên Ocalan hatin belavkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de ji Parlementerê Partiya Çep ya Parlementoya Federal ya Almanya Nicole Gohlke, gelek siyasetmedarên federal û herêmî, endamên Meclisa Şaredariyê piştgirî wergirtin.

YXK’ê diyarkir ku, eleqeyek mezin nîşanên standên vekirine dane û rûniştvanên Munihê aşkera kirin ku, pir ecêbe ku di sedsala 21’an de tecrîd li ser Ocalan pêktê û hêjan heye.

Endamên YXK’ê dan zanîn ku, ew dê heya dawiyê kampanya faliyetên standan birêve bibin û armanca wan ewe ku îmzeyan bigehînin 50 hezaran. Ji ber vê çendê dane diyarkirin ku, ew dê di çalakiyên Çepgiran de standa vekirin û plan dikin ku, aliyên çepgir, muxalîf û demokrat yên Almanyayê daxilî vê kampanyayê bikin.

Endamên YXK’ê destnîşan kirin ku, ew dê çalakiyên xwe yên balê dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan zêde bikin û bang li ciwanên Kurd kirin ku hîn bihêztir tevlî çalakî û aktîvîteyan bibin.