Li Munîhê tûrîzma Tirk hate boykotkirin
Bi çalakiyekê li bajarê Munîh a Elmanyayê hate lidarxistin, tûrîzma Tirk hate boykotkirin.
Bi çalakiyekê li bajarê Munîh a Elmanyayê hate lidarxistin, tûrîzma Tirk hate boykotkirin.
Komîna Jinan a Sara, li Munîhê stant vekir û belavokên ku banga “Boykotkirina tûrîzma Tirk dike” belav kirin. Di çalakiyê de hate bîbîrxistin ku dahata ji tûrîzmê tê berhevkirin li dijî Kurdan şer dikin.
Bang li welatiyên Ewropî yên ku dixwazin biçin Tirkiyeyê betlaneyê, banga ‘Neçin Tirkiyeyê’ hate kirin. Bal hate kişandin ku; “Pereyên ku hûn li wir bimezêxin, wê hê zêdetir çek pê bê kirîn û wê hê zêdetir xwîn birije.”
Di standa tê de pankarta “Ji şer û dîktatoriyê re NA” hate vekirin, wêneyên bajar û welatiyên ku li bajarên Kurdan ên hatin hilweşandin û kavilkirin hatin daliqandin.