Li Munîhê di roja yekem de meşa ji Ocalan re azadî
Îro li Eyaleta Bavyera ya Elmanyayê bi sirûda ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî meşek hate lidarxistin.
Îro li Eyaleta Bavyera ya Elmanyayê bi sirûda ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî meşek hate lidarxistin.
Meş li pêşiya HBF a Dachaû ya bajarê Munîh a Eyaleta Bavyerayê destpê kir, wê li mîtînga ku roja Înê li pêşiya Parlemetoya Bavyerê bê lidarxistin, bi dawî bibe.
Girseya ku li pêşiya HBF Dachaûyê li hev civiyan, piştî axaftinên li vir hate kirin û şûn de dest bi meşê kirin. Meşa kû eleqeyek mezin hate nîşandan, tevî hemû pravakasyonan jî dewam kir.
Meşa ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Sara, Ciwanên Jin, YXA û Navend Civaka Kurd a Munîhê ve hate organîzekirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 18’emîn salvegara Komploya Navneteweyî hate protestokirin.
Di meşê de belavok hatin belavkirin, li gel dirûşim û muzîkê gihiştin nûqteya qedanê. Girse wê sibehê ji Ûnterschleîbheîmê heta Navenda Civaka Kurd a Munîhê bimeşin.
Pişîtî meşa ku wê roja Înê li pêşiya Parlemetoya Bavyera ya Munihê bê lidarxistin û şûn de wê mîtîngek bê lidarxistin.