Li Munîhê bîranîna ‘Qirkirina Dersimê’
Kesên ku di Qirkirina Dersimê de jiyana xwe ji dest dane, li Munîhê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Kesên ku di Qirkirina Dersimê de jiyana xwe ji dest dane, li Munîhê bi merasîmekê hatin bîranîn.
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê Kesên di Tertereya Dersimê de hatibûn qetilkirin, bi merasîmekê hatin bîranîn.
Merasîma ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Munîh û Meclîsa Jinan-SARA ve hate lidarxistin, têkildarî qirkirinê sînevîzyonek hate nîşandan.
Ji Komeleya Ji Nû ve Avakirinê ya Dersimê Alî Çatakcin axivî û anî ziman ku yekitî û hev re bûn dikare hesab ji yên Qetlîama Dersimê kirî bê xwestin. Çatakcin got: “Ev qirkirin ne tenê meseleya Dersimê ye, meseleya hemû gelên li Tirkiyeyê ye.”
Bîranîna ku têde stranên kirmancî hate gotin û şûnde bi duayan bi dawî bû.