Ji bo aştiyekî Navnetewî li navenda Karnegi Fonu ya Moskowayê bi sergotara ‘Di bihara Ereban de rolê Kurdan’ konferansek hate li darxistin.
Konferansa ku roja Pêncşemê pêkhat moderatoriya wê serokê navenda Karnegi Moskowa Aleksei Malaşenko kir. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û endama Desteya Bilind ya Kurd Sînem Muhamed, parlementerê BDP’ê Nazmî Gur û serokê yeketiya saziyên sivîl yên Kurd yên navnetewî Mîrabî Şamoyev tevlî konferansê bûn. Weke din gelek rewşenbîr, siyasetmedar û endamên çapemeniyê yên Rûsyayê jî di konferansê de amadebûn. Eleqeya çapemeniya Tirk jî balkişand.
Moderator Aleksei Malaşenko di axaftina vekirinê de pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û serhildana Ereban nirxand. Malaşenko wiha axivî: “Ez van serhildanên ku weke Bihara Ereban binavkirine, weke bihar nabînim, ji ber ku bihara ku tê zanîn, ji nûve zindîbûnê û şînbûnê îfade kir. Ez di van serhildanan de jî tiştek wisan nabînim. Bihara rast ewe ya ku Kurdan li Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) û parçeyên din yên Kurdistanê dayî jiyan kirin.”
Parlementerê BDP’ê yê Wanê Nazmî Gur jî di konferansê de balkişande ser rolê nerênî yê Tirkiyeyê di “Bihara Ereban” de leyîstî û polîtîkaya xelet ya derve.
Gur behsa polîtîkaya nerênî ya hikumeta AKP’ê ya li dijî tevgeray azadiya Gelê Kurd ya li Rojavayê Kurdistanê jî kir.
Endama Desteya Bilind ya Kurd Sînem Muhamed û hevserokê PYD’ê Salih Muslim yên Rojavayê Kurdistanê jî tekoşîna Kurdên li li vê parçeya Kurdistanê birêve dibin vegotin.
Nûnerên Kurdan dan zanîn ku, armanca vê tekoşînê ewe ku di çarçoveya sînorên Sûriyeyê de xwesertiyek demokratîk avabikin û aşkera kirin ku, ew alîgirin ku hemû gelên li vî welatî dijîn li ser bingehê azadî û biratiyê jiyan bikin.
Weke din jî nûnerên Rojavayê Kurdistanê behsa helwesta nerênî ya Tirkiyeyê ya li dijî gelê Kurd girtiye kirin û destnîşankirin ku, hinek komên çekdar li dijî Kurdan didin bikaranîn.
Ji beşdarvanên konferansê Mirabî Şamoyev jî axaftinek kir û got, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, konferansa aştiyê ya Kurdan dê rolek pir girîng bileyîze. Şamoyev ku pêşniyara konferansek wisan kir û diyarkir ku, pêwîste ji hemû derdorên nûnertiya Kurdistanê dikin, ji Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê, saziyên navnetewî û YE, ji welatên cûda beşdar van tevlî konferansê bibin, konferansek bi vî awayî bê organîze kirin. Şamoyev da zanîn ku, “Dikarin konferansên Bosna û welatên weke wê ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe pêkaniyî bên organîze kirin.”
Serokê Navenda Pêşketinên Stratejîk Modelkirinê Yûrî Trafîmçuk ji bo axaftinê maf xwest û diyarkir ku, pêwîste pêşketînên di derbarê Kurdan de hîn zelaltir bibin, şeklek bigire û bibe modelekî zelal.
Konferansa bi hinek pirsên endamên çapemeniyê û beşdarvana bi dawî bû. Dîtinên beşdarvanên konferansê di xala mafdariya tekoşîna gelê Kurd û ev serdsal dê bibe sedsala azadiya Kurdan giha hev.