Li Mêrsînê operasyona qirkirina siyasî: 14 kes destgir kirin
Li Mêrsînê di avêtina ser malan a ji aliyê jendirmeyan ve, 14 kes hatin destgîr kirin.
Li Mêrsînê di avêtina ser malan a ji aliyê jendirmeyan ve, 14 kes hatin destgîr kirin.
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, jendirmeyan li navçeya Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr, Tarsûs û Sîlîfkeyê avêt ser gelek malan. Di avêtina ser malan de 14 kesên ku navên wan nehat zanîn hatin destgîrkirin.
Nehate zanîn ku her 14 kes ji ber çi hatine destgîrkirin. Diyar kirin ku kesên hatine destgîrkirin li Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê ne.