Li Mêrsînê bablîsok: 2 mirî, 19 birîndar
Li Mêrsînê bablîsok: 2 mirî, 19 birîndar
Li Mêrsînê bablîsok: 2 mirî, 19 birîndar
Li navçeya Mêrsîn Tarsûsê, di encama bablîsokê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin, ku li gundê Kargili yê Tarsûsê, li cihê kar ê avakirina Balafirgeha Herêmî ya Çûkûrovayê, saet li dora 13.00'an bablîsok rabû. Bablîsokê her tiştên li vê qadê daqurtand û bi metreyan bi hewa xist. Di encama bûyerê de li gorî agahiyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî birîndar bûn.
Li dû bihîstina bûyerê, hejmareke zêde ambûlans, arkuj û ekîbên parastinê yên sivîl çûn cihê bûyerê.