Li Mersînê 3 kes hatin girtin

Ji 5 kesên ku li Mersînê hatî destgîrkirin û derxistî dadgehê 3 kes hatin girtin.

5 kesên ku li navçeya Tarsûs û Akdenîz a Mersînê hatî destgîrkirin, piştî ragirtina wan a li ewlehiyê sewkî dadgeha Mersînê hatin kirin.

Kesên bi navê N. Ç. û V. Ç. ên li Tarsûsê hatî destgîrkirin, bi angaşta ,"Endametiya rêxistinê, bikaranîna teqîmeniyê û propagandaya rêxistinê”, ceza li wan hatî birîn, li dadgeha Înfazê biryar li rûyê wan hate xwendin û hatin girtin û şandin girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê.

3 kesên ku bi hinceta parvekirinên wan ên li ser tevna civakî hatî destgîrkirin jî,  bi angaşta ku propagandaya rêxistinê kirine, sewkî dadgeriyê hatin kirin. Piştî vepirsîna wan a li dadgehê ji 3 kesan du kes hatin berdan û kesek jî bi bi hinceta ku propagandaya rêxistinê kiriye, hate girtin û şandin girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê.