Li Merîwanê 2 binçavkirin, li Sinê rewşa awarte

Li Merîwanê 2 binçavkirin, li Sinê rewşa awarte

Li dû darvekirina girtiyên siyasî yên Kurd, di serî de bajarê Sine hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îtîlat ên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatiye dorpêç û pêkanînên rewşa awarte tên meşandin. Di xwepêşandanên li Merîwanê de 2 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin û hay ji wan nîne.

Rejîma Îranê ku di nava deh rojan de 4 jê siyasî herî kêm 16 Kurd bi darve kir, ji bo pêşî li nerazîbûnan bigire, dor li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê girt û li herêmê pêkanînên rewşa dimeşîne.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, di 5'ê Mijdarê roja Sêşemê de, hêzên leşkerî û hêzên taybet ên rejîma Îranê di serî de Merîwan û Sine dor li gelemperiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê girtine.

Hêzên leşkerî yên Îranê, ji bo şêniyên bajêr li dijî darvekirinan nerazîbûnê nîşan nedin, li bajêr kontrolên tund dikin.

Li gel vê dorpêçiya hêzên rejîma Îranê jî, li bajarê Merîwanê duh piştî nîvro komek girseyî daket kolanan û darvekirina ciwanên Kurd şermezar kirin.

Xwepêşandêr piştî nîvro li sê rêyana Şebeng dest bi meşê kirin heya çar rêyana sereke ya bajêr meşiyan. Di meşê de bênavber duruşmên “ Kurdistanê bi darve nekin” hatin berz kirin.

Hat ragihandin, di xwepêşandanê de hêzên rejîma Îranê du xwendekarên zanîngeha Peyamnûra Merîwan ên bi navê Wurya Tase û Dana Lincabadî kirine binçavan û heta niha hay ji wan nîne ku birine ku derê û rewşa wan çiye.

Ji 26'ê Cotmehê û vir ve rejîma Îranê 13 jê li girtîgeha Ûrmiyê herî kêm 16 Kurd bi darve kir. 4 ji van girtiyên siyasî yen. Di 26'ê Cotmehê de endamê PJAK'ê Hebîbûllah Gulperîpûr li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin. Di heman rojê de li girtîgeha Selmasê jî girtiyê siyasî yê Kurd Riza Îsmaîlî Mamedî ji aliyê rejîmê ve hat darvekirin.

Di 3'ê Mijdarê de Kurdekî bi navê Ezîz Azerî yê ji Serdeştê li girtîgeha Ûrmiyê hat darvekirin.