Li Mêrdînê operasyona qirkirina siyasî

Li Mêrdînê, nivîskarê Kurd Adîl Başaran û Alîkarê Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Ahmet Eken jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li navçeyên Artûklû û Qoserê yên Mêrdînê, polîsên Tirk berê sibê  bi ser gelek malan de girtin. Nivîskar Adîl Başaran û Alîkarê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bajêr Ahmet Eken jî di nav de gelek kes hatin desgîrkirin.
 
Hat diyarkirin  kesên hatin desgîrkirin, birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. Diyar bû ku bi çarçoveya operasyona navenda wê Mêrdînê, li Stenbol, Bûrsa, Amed, Riha û Antalyayê derbarê 26 kesan de biryara destgîrkirinê hatiye dayin, bi hinceta ku tevlî xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne.