Li Marsîlya û Bordeaxê protestoya tecrîdê

Li Marsîlya û Bordeaxu a Fransayê bi daxwaza azadiya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Li Marsîlya ya Fransayê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Kurdistanî li Meydana Canabîere hatin cem hev, di mîtînga ‘Ji Ocalan re azadî’ de êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kantona Efrînê de hate şermezarkirin.

Piştî meşê mîtîngek hate kirin. Mîting bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre Endamê Meclîsa Gel Yakûp Yalçinkaya axaftinek kir. Yalçinkaya got, ‘’Em divê tim ji bo Rêber Apo li kuçeyan bin.’’
Mîtîng bi dirûşa ‘bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

BORDEAUX

Li Bordeaxu a Fransayê jî ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hate kirin, her wiha salvegera 33’yan a Pêngava 15’ê Tebaxê jî hate pîrozkirin.

Di mîtîngê de hate gotin Pêngava 15’ê Tebaxê di dîroka azadiyê ya Kurd de fitlonekek e. Hate gotin bi Şoreşa Rojava ev fetlonek bûye avanî û avakirina jiyana azad wê bidome.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.