Li Lîege ji bo Farqînê çalakî

Li bajarê Lîege yê Belçîka êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Farqînê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Çandê ya Lîege bi sedan Kurd, sosyalîst, Elewî û dostên gelê Kurd ên li ber KKTM’ê kom bûn saet 15.30 ber bi navenda bajêr çalakiyek li dar xistin.

Di meşê de dowîzên 'Li Farqînê komkujî heye','Li Kurdistanê ji Komkujiyên Dewletê re Bes e’, 'Li hember komkujiyên li Kurdistanê bêdeng nemîne', 'Qatil Erdogan','Deng bide qîrîna Farqînê' hatin hilgirtin û dirûşmên dewleta Tirk protesto dikin hatin gotin.

Di daxuyaniya ku li qada Place Saint Lambert a li navenda bajêr hat dayîn, hat xwestin ku dawî li êrîş û polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên li  Kurdistanê were. Hat diyarkirin ku pêwîst e li hember komkujiyê raya giştî ya navneteweyî helwest nîşan bide û di nav piştevaniyê de be.

Di axaftina li ser navê Komeleya Elewiyan a Belçîkayê de bang hat kirin ku pêwîst e li hember terora AKP’ê ya li dijî hemû bawerî û nasnameyên bindest li her qadê di nav her şert û mercî de têkoşîn bê kirin. Hat gotin ku pêwîst e li hember êrîş û şerê li dijî gelê Kurd hemû Elewî derkevin qadan. 

...