Li Licê mirina bi guman a leşker

Li Licê mirina bi guman a leşker

Li Qereqola Jendermeyan a Abali ya li navçeya Amed Licê, hat îdîakirin ku leşker Farûk Eraslanoglû di encama fîşeka qeza ya ji çeka hevalê wî derket de jiyana xwe ji dest da.

Hat îdîakirin leşker Farûk Eraslanoglû yê li Qereqola Jendermeyan a Abali leşkerî dikir, ji ber fîşeka qeza ya ji çeka leşkerekî navê wî nehat aşkerakirin derket, birîndar bû.

Eraslanoglû bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê û li vir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Eraslanoglû dê bişînin diyarê wî Enqereyê.