Li kujerên Bûldan, Yildirim û Karay hate pirsîn

Dayikê Şemiyê qala çîroka Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay kirin ên ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin.

Dayikê Şemiyê ji bo aqûbeta windayan û cezakirina kujeran di hefteya 793’yemîn de ji ber koronayê li ser hesabên xwe yên medya civakî çalaki li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li kujerên karsazên kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay pirsîn ên ku di 3’ê Hezîrana 1994’an de hatibûn qetilkirin.

Malbatên her sê qûrbaniyan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Ewilî hevjîna Savaş Bûldan ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê ye Pervîn Bûldan axivî û behsa pêvajoya destgîrkirina hevjînê xwe Savaş Bûldan kir û got: “26 sal bi ser qetilkirinê re derbas bû û hêj kujer nehatine cezakirin. Bi salan e em dixwazin kujer werin dîtin û darizandin û cezakirin, lê tevî vê yekê jî kujer di nav me de digerin. Kujer ji aliyê dewletê ve hatin parastin û nehatin cezakirin. Lê tevî ku 26 sal bi ser re derbas bûye jî em têkoşîna xwe edaletê didomînin. Qûrbaniyên hatin windakirin û qetilkirin ên salên 90î rastiya Tirkiyê ye. Ji bo li ser navê bi raboriya rê hevrûbûn çêbe, divê teqez li Tirkiyê komîsyonek were avakirin. Divê qatil werin dîtin û darizandin û cezakirin. Heke qatil werin dîtin û darizandin wê çaxê wê wîjdanên malbatan rehet bibin. Ji bo vê yekê daxwaza me edalet e, bi rastiyê re hevrûbûn e û qatil werin dîtin û cezakirin e. Heta ev kujer neyên darizandin em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin. Em ê wek Dayikên Şemiyê ji bo Qada Galatasarayê bi israr bin.

Hevjîna Adnan Yildirim, Hasîbe Yildirim jî axivî û got. “26 sal ine em vê êşê dikişînin. Heta ez bimirim jî ez ê vê êşê ji bîr nekim. Heta ku qatil di nav me de biçin û werin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Kurê Haci Karay, Enes Karay jî got: “Bavê min û du hevalê xwe ji aliyê polîsan ve hatin revandin û qetilkirin. Bi îşkenckirinê hatin kuştin. 26 sal bi ser vê hovîtiyê de derbas bû lê belê tu kujer û berpirs nehatin darizandin û cezakirin. Em ê wek malbatên windayan û yên hatine kuştin heta edalet pêk were lêgerîna xwe bidomînin.”

Piştî axaftina malbatan, daxuyaniya vê hefteyê Jiyan Tosûn xwend a ku keça Fehmî Tosûn ê di 1995’an de hatin windakirin xwend. Tosûn bal kişand ser kuştina karsazên kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay û qala doz û têkoşîna edaletê ya ji bo doza wan kir. Tosûn ji bo dozên windayan û yên hatine kuştin bang li dadgehê kir ku ji bo edalet û hiqûqê wezîfeya xwe bike û got ew ê heta dawiyê ji bo hemû windayan wê dest ji edaletê bernedin.