Li Konyayê êrîşa nîjatperestî: Em ê Kurdan nedin jiyîn

Li Konyayê êrîşeke nîjatperestî li ser malbta Ddeoglûllari ya Kurd hate kirin, ji 60 êrîşkarî tenê 4 kes hatine girtin. Polîan jî malbat sûcdar kirin.

Derket holê ku di 12'ê Gulanê de komeke nîjadperest a ji 60 kesî pêk hatiye, li taxa Bahçeşehîrê ya navçeya Meram a Konyayê, êrîşî malbata Dedeogûllari ya Kurd ku ji Qersê koçî Konyayê bûye kiriye. Koma nîjadperest, di êrîşê de 4 jê jin 3 jê jî zilam ji malbatê 7 kesî birîndar kirine. Koma ku êrîşî malbata Dedeogûllari kiriye cîranê wan in û piraniya wan xizmên hev in. Komê, bi gotina "Em nîjadperest in we li vê taxê nadin jiyîn." gef li malbatê xwariye û bi kêr, dar û keviran êrîş biriye ser malbatê. Di encama êrîşê de Metîn Dedeogûllari xwîn çûye ser mêjiyê wî û ferdên din ên malbatê jî ji cihên xwe yên cuda giran birîndar bûne.

Ji ferdên malbatê Bariş Dedeogûllari, bûyer ji Ajansa Mezoptamya (MA) re vegot. Dedeogûllari, destnîşan kir ku koma erîşkar roja 12'ê gulanê saet di 22.00'an de ketiye hewşa mala wan û bi gotina "Em nîjadperest in we li vê taxê nadin jiyîn." gef li wan xwariye û êrişî wan kiriye û ev tişt got: "Piştî êrîşê kekê min xwîn çû ser mêjiyê wî. 3 rojan di beşa lênêrîna awarte de ma. Xwişka min ji ber birîndariya xwe ya giran 4 rojan di nexweşxaneyê de ma. Platîn kirin milê wê yê çepê. Wê heta dawiya emrê xwe nikaribe milê xwe yê çepê bi kar bîne. Bavê min 66 salî ye, kêl avêtin serê wî. Di kevda destê wî de jî kelajandina şaş heye. 3 kes, ez û cêwiya min jî em bi giranî birîndar bûn. Hin kesên di koma êrişkar de cîranê me bûn. Van kesan berê jî ji me re gotibûn ku ew li vir kurdan naxwazin. Ji ber ku em Kurd in li vir nayên xwestin. Roja bûyerê polîsên ku hatin cihê bûyerê me sûcdar kirin."

Parêzerê malbata Dedeogûllari Abdûrrahman Karabûlût jî destnîşan kir ku piştî girtina îfadeyên wan êrîşkar Alî Keleş, Ayşe Keleş, Yahya Çalik, Lutfî Keleş, Alî Çalik, Şerîfe Çalik û Velî Keleş hatine girtin û  kesên bi navê A.K., R.Ç., A.Ç., û Î.K. jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan. Alî Çalik ku hatibû girtin piştî demekê bi hinceta ku "delîlên têrker ên tevlî şer bûye tune ne" hat berdan. Derbarê êrîşa ku 60 kes tevlî bûne de tenê 6 kes hatine girtin.

Parêzer Karabûlût bi daxwaza ku lêpirsîn bê berfirehkirin, kesên di êrîşê de cih girtine bên tespîtkirin û girtin di 17'ê Hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Konyayê da.