Li kongreya Partiya Çep piştgiriya ji bo greva birçîbûnê
Di kongreya Partiya Çep de ya li bajarê Bonnê, piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî li kongreyê axivî. Heyeta HDP'ê hin hevdîtin jî kir.
Di kongreya Partiya Çep de ya li bajarê Bonnê, piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret jî li kongreyê axivî. Heyeta HDP'ê hin hevdîtin jî kir.
Beriya hilbijartinên Parlamenta Ewropayê ku wê meha Gulanê pêk werin, Partiya Çep a Elmanyayê ku yek ji partiyên mûxalefetê ye, kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de namzetên ji bo Parlamenta Ewropayê û bernameya hilbijartinê hatin diyarkirin. Heyetek ji HDP'ê jî ji bo kongreyê hate vexwendin.
Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ku ji aliyê desthilatdariya Erdogan ve bi rêya qeyûm ji wezîfeyê hate girtin û parlamenterê berê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu di nava heyeta HDP'ê de cih girtin. Kongreyê du rojan dewam kir. Di beşa doh a kongreyê de Hevnûnera HDP'ê ya Elmanyayê Îmret axivî. Îmret bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek deverên dinyayê pêk tên û ji bo vê berxwedanê banga piştgiriyê kir.
Îmret diyar kir, greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li asta krîtîk e û ji delegeyên Partiya Çep re qala girîngiya şikandina tecrîda li Îmraliyê kir. Îmret bi bîr xist, mîna wê gelek parlamenter, şaredar, rojnamevan û akademîsyen neçar hatine hiştin ku li sirgûnê bimînin, di serî de hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag gelek hevalên wan ên partiyê girtî ne û banga têkoşîna hevpar li Partiya Çep kir.
PLANA HEVPAR A ÇALAKIYAN
Îmret got, "Ji bo banga têkoşîna hevpar bikim ez li vir im. Ji xwe hebûna min a li vir jî hêzê dide min. Piştevanî çeka herî xurt e li dijî faşîzmê" û ji hikumeta Elman a federal jî xwest ku dawî li siyaseta xwe ya krîmînalîzekirina Kurdan bîne. Îmret ragihand, desthilatdariya AKP'ê li Tirkiyeyê çi bi Kurdan dike, dewleta Elman jî bi nêzîkatiyeke heman rengî nêzî Kurdên li Elmanyayê dibe û ji bo ev siyaset bê guhertin ji Partiya Çep piştgirî xwest.
Hevnûnera HDP'ê ya Elmanyayê Îmret di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û ji Partiya Çep xwest ku heyetê nçavdêriyê bişîne. Piştî ku axaftina Îmret qediya, rêveberên Partiya Çep û delegeyên kongreyê rabûn ser piyan û jê re li çepikan dan. Îmret û Kurkçu heta dawiya kongreyê bi rêveberên Partiya Çep re hin hevdîtin jî kirin.
Nûnerên HDP'ê bi hevserokê berê yê Partiya Çep Gregor Gysî û Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng re rûniştin û li ser çalakiyên greva birçîbûnê û rewşa dawî agahî dan. Rêveberên Partiya Çep di hevdîtinan de bi bîr xistin ku HDP partiya dost e û ji bo bêhtir bala raya giştî ya Elman bikişînin ser grevên birçîbûnê biryar dan ku bi HDP'ê re planeke hevpar a çalakiyan amade bikin.
Di vê navberê de li kongreya Partiya Çep ji bo hilbijartinên Parlamenta Ewropayê Ozlem Alev Demîrel û Martîn Schîrdewan weke namzetên sereke hatin nîşandan. Demîrel û Schîrdewan di kongreyê de herî zêde deng standin. Partiya Çep biryar da ku bi karekî xurt ê hilbijartinê tevlî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê bibe. Partiya Çep di hilbijartinên Parlamenta Ewropayê de yên sala 2014'an bi rêjeya 7.4 ji sedî deng wergirtibû.