Li Kobanê 2 taxên din ji çeteyan hatin paqijkirin

Li Kobanê 2 taxên din ji çeteyan hatin paqijkirin

Şervanên YPG/YPJ'ê yên însiyatîfa şerê li Kobanê di destê wan de ye, bi çalakiyan 2 taxên din ji çeteyan paqijkirin û serweriya xwe xurtir kirin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê diyar kir ku di şer û pevçûnên dawî de 22 çete hatine kuştin. Di şer de şervanekî YPG'ê jiyana xwe ji dest da

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku berxwedana Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 80. de dewam dike û got, "Li eniya rojhilat çete bi tevahî xwe vekişandin pozîsyona parastinê û çalakiyên hêzên me ya li dijî çeteyan berdewam dikin."

Di daxuyaniyê de li ser encamên şer û pevçûnên dawî ev agahî hatin dayîn:

"Duh bi şev hêzên me li eniya başûr-rojhilat li hin noqteyên çeteyan dagirkiribû çalakî li dar xistin. Êrîşên li derdora navenda çand û hunerê pêk hatin de 9 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. 

Hêzên me li eniya başûr serweriya xwe xurt dikin û li nuqteyên çeteyan dagirkirine bi pêş ve diçin. Bi vê armancê duh bi şev hêzên me êrîşek pêk anîn û di encama vê êrîşê de serweriya 2 taxên din ket bin kontrola hêzên me. Di dema êrîşê de jî 13 kuştiyên çeteyan hat tesbîtkirin. Her wiha cenazeyên 5 çeteyan jî hat desteserkirin.

Hevalekî me ku bi rihekî êrîşkar li dijî çeteyan bi qehremanî şer dikir û di serketinê de cihê xwe girt gihîşt şehadetê."