Li Kirmaşanê ji malbatekê çar kes ji ber gazê mirin
Li Kirmaşanê ji malbatekê çar kes ji ber gazê mirin
Li Kirmaşanê ji malbatekê çar kes ji ber gazê mirin
Li navçeya Civanro ya girêdayê Eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ye malbateke ji 4 kesan pêk dihat, ji ber gaza sotemeniya li malê ji bo xwe germ bikin pê xistin jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li navçeya Cîvanro li herêma Mizgefta Alî Muhammed li malekê ji ber gaza ji sobeyê derket Salîh Çemen Zarî, Zeynep Çemen Zarî, Beyan Çemen Zarî û Beşîr Çemen Zarî jiyana xwe ji dest dan.
Li Îranê bi hatin sermayê re li malan ji bo germbûnê bi gitşî gaza avî ya ji petrolê hilberîna wê tê kirin tê bikaranîn. Li Rojhilatê Kurdistanê her sal bi dehan kes ji ber karbon monoksîtê jiyana xwe ji dest didin.