Li Kîelê meclîsa gel hat ragihandin
Li bajarê Elmanya Kîelê, komîsyona amadekar a meclîsa gel, ku ev du meh in di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de dixebite, xebatên xwe qedand û meclîs îlan kir.
Li bajarê Elmanya Kîelê, komîsyona amadekar a meclîsa gel, ku ev du meh in di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de dixebite, xebatên xwe qedand û meclîs îlan kir.
Li bajarê Elmanya Kîelê, komîsyona amadekar a meclîsa gel, ku ev du meh in di bin sîwana Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de dixebite, xebatên xwe qedand û meclîs îlan kir. Di civîna gel a li salona dawetê ya Arcadîa ya li navenda Kîelê de meclîsa gel hat ragihandin. Berdevkên komîteya amadekar a meclîsa gel li vir axivîn û dan xuyakirin, ku Kurdên li Ewropayê dijîn pêwîste ji aliyê civakî, siyasî, çandî, bawerî û aboriyê ve rêxistinbûyînên xwe yên meclîsa gel, xurt bikin. Qisekeran dan zanîn, ku divê Kurd û dostên wan ên li Kîel û derdora wê dijîn di nava meclîsa gel de cih bigirin, bibin xwedî erka biryarê û bi vê berpirsyariyê tevbigerin.
Di civînê de berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Hezex û Geverê hatin silavkirin. Komîtema Amadekar a Meclîsê, yên di nava xebatên emclîsê de cih bigirin dawetî ser dikê kirin. 65 kes bi dilxwazî derketin ser dikê û soz dan ku ew ê di nava xebatên meclîsê de cih bigirin. Piştî ku ji bo plansaziyê demek hat diyarkirin, civîn bi dawî bû.