Li Kîel’ê polîsan bi ser mal û komeleyên Kurdan de girtin
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê di saetên siharê de polîsan li dijî Kurdan operasyoneke berfireh lidar xist.
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê di saetên siharê de polîsan li dijî Kurdan operasyoneke berfireh lidar xist.
Serdegirtin di navbera saetên 05.00 û 06.00’an de destpê kirin û bi tîmên taybet û kuçikan pêk hat. Hat zanîn ku piştre tîmên krîmînal jî sewqî cihên bûyerê hatin kirin.
Hat zanîn ku dema ku ti kes li komeleyê neyî, polîs ketine hundirê komeleyê û hemû mifteyên deriyan guhertine.
Hat ragihandin ku di operasyonê de kesek bi navê N.A. hate binçavkirin û di heman serdegirtinan de ketin hundirê malên C. I., D. D., Î. A., O. A., A. U. jî lê belê binçavkirin çênebû.
Li gorî şahidan, polîsan mal lêgerîn kirine, telefonên kesên di hundirê malê de desteser kirine û kel û pelên mal tevilhev kirine. Hat diyarkirin ku deriyên malan jî hatin şikandin, niştecihên mal hatine terorîzekirin û di aliyê derûnî de bandor bûne.
Ji malbatekê, kesek ku nexwest navê xwe bide ev nerazîbûn nîşan da: “Di saetên siharê de deriyên me hatin şikandin û ketin hundir. Zarokên bi tirs hişyar bûn, çi çêbû me fêm nekir. Telefonên me ji me standin, kel û pelên me hatin tevilhevkirin. Em van tiştên qewimîne, heq nakin.”
Malbatan ragihandin ku ew li benda daxuyaniya rayedaran e û divê zirarên ku dîtine, bên telafîkirin û diyar kirin ku ew ê asta hiqûqî ya serdegirtinan lêkolîn bikin.
Hat zanîn ku navenda operasyonê Hamburg e û bi giştî ji bo 9 navnîşanan fermana lêgerînê hatiye dayîn. Tê ragihandin ku N.A bi gumana ‘endamtiya PKK’ê’ hatiye binçavkirin.
Ev operasyona ku piştî banga dîrokî ya Rêber Apo û îlankirina agirbestê ya ji aliyê PKK’ê ve pêk hatî, bal kişand.