Li Kerkûkê 8 teqîn; herî kêm 10 kes mirin

Li Kerkûkê 8 teqîn; herî kêm 10 kes mirin

Îşev li gelek taxên bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê 8 teqîn pêk hatin. Li gorî agahiyên destpêkê di erişên ku topên hawanê û wesatiyên bombekirî hatin lidarxistin de, herî kêm 8 kesî jiyana xwe ji dest da.

Kerkûk îro seatên êvarê bi bombeyan hejiya. Li 8 cihên cuda êrişên bi bombeyî pek hatin. Di êrişên ku li taxên Qasepxane, Wasiteyn, Tis û 1'ê Hezîranê pêk hatin de herî kêm 10 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.

Lê belê tê gotin ku hejmara mirî û birîndar wê zêde bibe. Herwiha hejmarek zêde tîmên ewlehiyê jî ketin nav liv û tevgerê û mûdexelaya bûyerê dikin.