BI DÎMEN

Li Kelarê bi boneya Roja Ciwanan çalakî hatin lidarxistin

Li Navenda Çalakiyên Ciwanan a Kelarê, bi boneya Roja Cîhanî ya Ciwanan çend çalakî hatin lidarxistin.

Îro li Navenda Çalakiyên Ciwanan a Kelarê, bi boneya Roja Cîhanî ya Ciwanan bi beşdariya jin û xortên ciwan, rewşenbîr, hunermend, çalakiyeke hunerî û semînereke bi navê “Pêşengiya Ciwanan” bi Piştîwan Cemal re hat lidarxistin.

Rêvebera Navenda Ciwanan a Kelarê Şehla Kerîmê xêrhatina mêvanan kir û Roja Cîhanî ya Ciwanan pîroz kir.

Di berdewamiya çalakiyê de ji aliyê koma muzîkê ya Navenda Ciwanan ve çend stranên folklorîk ên Kurdî hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya çalakiyê de ji aliyê Piştîwan Cemal ve bi navê “Pêşengiya Ciwanan” semînerek hat pêşkêşkirin.

CIWAN AVAKERÊN CIVAKÊ NE’

Piştîwan Cemal der barê semînera "Pêşengiya Ciwanan" de ji ANF’yê re axivî û got: “Mijara min li ser şoreşa mêjî û rola ciwanan bû. Divê her mirov di hundirê xwe de şoreşeke fikrî çêke. Nêrîna min ew e ku ciwan divê şoreşekê li hemberî wan ramanên xerab ên ku ji bo wan çêdibin bikin ku dibin sedema hilweşîna kesayetî û ramanên ciwanan. Eger fikra ciwanên civakê ber bi tiştên xerab biçe û şiyana wan a xebitînê tune be, bê guman wê demê civak ber bi wêranbûnê diçe. Ciwan avakerên civakê ne, ji ber vê yekê pêwîst e rêxistinên navxweyî û hikûmet alîkariya ciwanan bikin ji bo peydekirina derfetên kar.”

Piştîwan Cemal di dawiya axaftina xwe de daxwaz ji ciwanan kir ku bi armanca pêşxistina civakê li pey xeyal û behremendiyên xwe biçin û got: “Hin ciwan hene ku di warê wênekêşan û muzîkê de behremendiya wan heye û divê ev behremendî bê pêşxistin. Li Navenda Ciwanan dehan kursên belaş hene ku ji bo ciwanan in û dikarin sûdê jê wergirin.”