Li Karînovîskî berxwedana Bakurê Kurdistanê hat silavkirin
Li bajarokê Karînovîskî yê bajarê Krasnadarê, terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin.
Li bajarokê Karînovîskî yê bajarê Krasnadarê, terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin.
Li bajarokê Karînovîskî yê bajarê Rûsya Krasnadarê, terora AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin.
Kurdistaniyên li herema Karînovîskî dijîn, ji bo balê bikişînin ser sûcê şer ê dewleta AKP'ê li Sûr, Cizîr û gelemperiya Bakurê Kurdistanê dike, li pêşiya Navenda Çanda Kurd a Karînovîskî li hev civiyan.
Ji Meclîsa Gel Ayde Babayva li vir axivî û destnîşan kir, ku AKP ji ber sûcên şer wê li dadgehên navneteweyî bê darizandin.
Babayva got, "AKP ku ji roja destpêka desthilatdariya xwe û vir ve xwe bi xwîna mirovên bêguneh xwedî dike, li pêş çavên cîhanê mirovên sivîl qetil dike. Her kesên li pêşberî vê rewşê bêdeng in, hevparê vî sûcî ne."
Babayva bang li hêzên demokratîk kir, ku li hemberî vê hovîtiyê bikevin nava tevgerê û ji saziyên navneteweyî jî hat xwestin, li dijî polîtîkayên înkar û tinekirinê yên AKP û Erdogan li ser gelê Kurd ferz dikin, helwestê nîşan bidin.
Babayva diyar kir, ji bo dewleta Tirk a li Sûr û Cizîrê rê li ber mirina bi sedan sivîlan vekir li dadgehên navneteweyî were darizandin, divê hêzên navneteweyî bikevin nava tevgerê û got, "Gelê Kurd wê êdî nehêle bê binpêkirin û bi gavên hîn bêhtir ji xwe bawer, ber bi azadiyê ve bimeşe."
Piştî axaftinan girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Bakur" û "Bijî Berxwedana Gel" dawî li çalakiya xwe anî.