Li kana kevir a Arnavûtkoyê 2 karker mirin

Li hezana kana kevir a li Arnavûtkoyê 2 karker mirin.

Di saetên serê sibê de li navçeya Arnavûtkoyê ya Stenbolê di kaneke keviran de hezan pêk hat. Du karkerên ku li kanê dixebitîn di bin hezanê de man. Li ser îxbarê gelek tîmên tenduristî, agirkuj û polîs sewqî cihê bÛyerê hatin kirin. Tîmên agirkujiyê ji bo karkerên di bin hezanê de man xelas bikin xebat dan destpêkirin.

Sabît Denîz ê di bin hezanê de ma xelas kirin û bi ambûlansê sewqî nexweşxaneyê kirin. Lê Denîz li gel mudahaleyên hatin kirin jî jiyana xwe ji dest da.

Ekîban, di berdewama xebatan de cenazeyê Nûrî Denîz jî di bin hezanê de derxistin.