Li Kaîserslaûternê çalakiya NCDK'ê

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Kaîserslaûternê çalakiyek lidar xist û bang li Kurdên li Ewropayê kir, ku xwedî li saziyên xwe derkevin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Kaîserslaûtern ê Elmanyayê, avahiya xwe ya nû bi merasîmekê vekir. Hevserokê NCDK'ê Ayhan Çîftçî li vir axivî û anî ziman, ku ji bo bibin bersiv ji pêwîstiyên gel re, wan bar kirine cihekî mezintir. Çîftçî bang li gel kir ku li dora komeleyê li hev bicive û xwedî li şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkeve.

Orûç Dapar li ser navê NCDK a Saarbruckenê axivî û işaret bi girîngiya saziyên Kurd ên li Ewropayê kir. Dapar got, "Ji bo em xwedî li xwe derkevin, divê em xwedî li saziyên xwe derkevin."

Piştî merasîma vekirinê, civîna gel hate lidarxistin û nûnerê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E) axivî û bal kişand ser girîngiya karê dîplomasiyê.

Îsa Zerdeşt jî bi navê PYD'ê peyivî, ji bo saziyên Kurdan ên li Ewropayê banga xwedîderketinê kir û got, "Em ê bi ser bikevin."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qediya.